Erê lê dayê rast e Jiyan bila bibore mirin paqijî ye Dayê ka dolbenda morî li ser teyî Dayê ka porsima zêr li ser zêrayi Dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî Dayê ka şîrê te bi dilê te keliyî Erê lê dayê Jiyan bila bibore mirin paqijî ye rêhevalên can paş xwe nenêrî çû Dostên keda salan, dor xwe nenêrî çû Bav ku soza wî giran, soza xwe avêt û çû Yara çeleng û xweş derewa herikî û çû Erê lê dayê Jiyan bila bibore mirin paqijî ye Erê lê dayê Ez dûr im Ez dûr im dûr im dûr im Bîne bîra reş û kûr im Her der bûye havîn bihar Ez li ber bayê kur im Lê Sitê tu wer neçe Şevên bêkes xewna min pêçe Dibe carek destê te digrim Ez li desta hûr û hûr im Divê êdî hîv negere Sal negere ro negere Tirs li gora cîh negere Ez heziya gorê sar im Erê lê dayê rast e Jiyan bila bibore mirin paqijiye Mirin paqijiye, mirin paqijiye
|
|