Gulîyên dara dil şikestin Birîndarim wey, birindarım wey Ev heft sale li benda te mam Ne dildarim wey, ne dıldarım wey Hemu bajar di xew de çu Ez hişyarim Dîyar dîyar gerîyam dîsa hepsa te de mam, hapsa te de mam Ezman şîne dinya min tarî Ruyê min bi kene dilê min bi girî Dem buhirî dinya gıhurî Ez di cîhda mam, ez Cîhda mam Xwezî tu ji xwe dilşa buyî Lê ez poşmanên wêy, ez poşmanên wêy Nizanim li ku me bê zemano bê zemanê, bê zimanım Li durde jî, li welat jî ez biyanim Stran stran nalîyam dîsa, bêje bi xwe va mam, bêje bi xwe va mam Dinya xweşe lê bi min na Bihar hatîye ji bo min na Min dil da te, min ru da te Çima bi tenê mam Dîsa bi tenê mam
|
|