Dayê megrî , tu dilê min î Dayê megrî ,dayê megrî Zarokekê 13 salî bûm sibêkê rabûm Ez ji welatê xwe dûr li ewrûpa winda bûm Dayê ez li ku bûm Dayê ma ez kî bûm Dayê 10 sal çûn ez li welateke xerîb mezin bûm Zimaneke nû û welateke bê çiya Li ser riyan dimeşim hîn jî gêj im Derdê vê jiyanê nayê hejmartin Qet nayê veşartin Megrî dayê derdê vê jiyanê nayê kişandin Min xewn dît di dinê aşitî dibû Xerabî û nerastî tune bû Tenê rastî hebû Her tişt ne pere bû Mirin di rê de ye belê Tirs û baweriya min bi xwedê jî heye Ez ciwan im, aciz im, lê hê jî gêj im Ez dikim nakim nizanim ez çi bêjim dayê megrî berf dibare hêdî hêdî Berf dibare hûr hûr lê dayê lê hêjayê megrî Dayê megrî , tu dilê min î Dayê megrî ,dayê megrî Dayê baran dibaredayê megrî Ev çi hal e dayê megrî ezman şîn û zelal e Zimanê min ê delal bi zencîrê girêdane Pênûs di destê min de dinivîsim Ma hebûna min jî sûç bû Rûhê min û lingên min jî ji bazdanê pûç bû Belkî îro belkî sibê ka bêje kengî Dayê bêje kengî wê roj avê Ez radibim, rûdinim, diçûm û têm, difikirim Çima çavên min û dilê min tim bi hev re digirin Li ezmanan Gava roj diçû ber ava Kevokek biçûk difiriya rûdinişt ser daran Di navbera çar dîwaran Dest bi kelepçe Di navbera çar dewletan Ez bûme çar perçe Çend helbest li ser te hatiye nivîsandin Çend caran xwîna şehîdan li ser te hat rijandin Lê şehîd namirindayê megrî Berf dibare hêdî hêdî lê hêjayêdayê megrî Dayê megrî , tu dilê min î Dayê megrî ,dayê megrî Dayê baran dibaredayê megrî Ez çawa bêjim Bêjin ez we çawa bidim fêmkirin Ez çawa xwe îfade bikim ku hûn derdê min fêm bikin Derd ne hindik in, derd birînên kel vedikin Mezin dikin û li ser dilê min roj bi roj mezin dibin Hene wekî min, hene gellek pirsê wan
|
|