Wey lo gidyo cotkaro Bo çi te mafê xwe nexwazo Hay lo gidyo cotkaro Çima te keda nexwaro Zikê erdê diqelişand Genim û cehê xwe direşand Pûk û berfê hat da ser Cotkar cotê xwe kişand Tû cotkarê beyara Xizmet karê kedxwara Şev û rojandixebitî Dîsa zik birçî û dest vala Tu bû peyê nav malê Sifre sinî tev danî Te situyê xwe xwarkir Ji bo paryek wî nanî Perwer hat û deng lê kir Cotkar cavê xwe vekir Li ber kedxwaran sekinî Doza mafê xwe li kir
|