Kurdistan Deşt u şaxên te rengînin Baxên gulan baxên gulan Kurdistan Kan u maxên te zengînin Kaniyên zêran, kaniyên zêran Kurdistan Çem u rubarên te şêrinin Avên çiyan, avên çiyan Ax Kurdistan ax Kurdistan Niştiman Karkerên te raperîne Wek qehreman wek qehreman Niştiman Keç u xortên te gîhane Şêrên çiyan, şêrên çiyan Niştiman Zarokên te tev şiyar bûn Bûn şoreşvan, bûn şoreşvan Ax Kurdistan ax Kurdistan Kurdistan Ew êşê ser te rabûn Mij û moran, mij û moran Kurdistan Sîng û berê te xuyabû Bax û bistan, bax û bistan Kurdistan nav û dengê te belabû Nava cîhan, nava cîhan Ax Kurdistan ax Kurdistan
|
|