Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Kurdistana bilind e Hemi bajar û gund e Heçî kese tebixwaze Divê canê xwe bitede Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Kurdistana pirr xweş e Xweş Dicle û Nerdoş e Namus di sere wî nine E te erzan bifroşe Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Kurdistana hilmişt e Ji zêr û gewher mişt e Em li ber der dergevan Dijmin têda runişt e Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Miştî jî petrol û zêr Dijmin dixwin xêr û bêr Runiştî textê Kohreş Li ser taca Erdê şêr Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Kürdistan a pirr zengin Şax û baxên te rengin Ne ez têne le tev Kurd Ji derdê te Cegerxwîn
|