Erê dêran, were dêran dêran dêran, hey wayêê... Gulê dêranê, Kejikê wêran bişewite (Kejik navê herêmê ye) Zinêr e wa li zinêr e hey wayêê… Ava Corovanî kavil, Delo Elo, Girecirnê wêran Bi 12 tîşan bi ser de şax vedaye, Îro ji êvar de hinî xwar e hinî nêr e hey wayêê… Mi’ dî sê siwar, siwar bûne li Milazgira tewra jêr e, Siwarê pêşîn Eshedê Xêlit e, Siwarê selefê siwaran Fethilla ye, Siwarê li dawiyê dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye. Şêl û pêla Têlî Reşkan Riza ye, Sewta wî sewta kewê nêr e hey wayêê… Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikir, go; “Rizakê ez bi qurban tu nizanî, Kejik ji berê di paş de, Mexelê pezê me yê nêr e hey wayêê…” Riza bi sê dengan li Eshed û Fethilla kire gazî, go; “Em îro li ber koma Şewêşiyan bikişin, Mistefayê Cindî, Hesen Paşayê Eshedîn neyar e, Em ê sibê li Milazgira jêrê, Çi bidin cewaba bavê xwe yê Têlî Reşkan Mistefayê kalemêr e… Gere em erqa Şewêşiyan biqelînin, Bûkên serbixêlî bi ser malên bavan de vegerînin. Her kes ji xwe re bi destê qîzên xwe bigre, Bide mêr e hey wayêê…” Dêran dêran dêran dêran, Dêrana Eshedîn, Fethilla, Riza, Her sê siwarên mala bavê xwe bi tenê me bê hoyy! Lê lê Gulê Fatimê rebenê sibe ye, Kejikê wêran bişewite, Îro ji êvar de gelo vê sibekê malxirabo! Serejêr e wa serejêr e hey wayêê… Îro tu bala xwe bidê ji xwe re berî li ba ye. Ava Corovanî kavil, Girecirnê wêran, Delî Elo tu sêr bike bi 12 tîşan şax vedaye. Mi’ dî sê siwar, siwar bûne li Milazgira tewra jêr e, Ji jêr de têne fenanî ba ye hey wayêê… Siwarê pêşîn Eshedê Xêlit e, Siwarê selefê siwaran Fethilla ye, Siwarê li dawiyê dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye, Şêl û pêla Têlî Reşkan Riza ye, reben ez im… Ebakî li nava milan e, Biskê ebê bi çar tiliyan bi zêrê ‘Ecem ji xwe re tev kil daye.. Hemzoyê Hesen bi sê dengan bang dikir, go; “Rizakê ez bi qurban tu nizanî, Kejik ji berê di paş de, Mexelê pezê bavê bavan e hey wayêê…” Riza bi sê dengan bang dikire Eshed û Fethilla ye, Go “Em îro bikişin ji ber koma Şewêşiyan e. Mistefayê Cindî, Hesen Paşayê Eshedîn neyarê kal û bavan e hey wayêêê… Em ê sibê li Milazgira jêrê, Çi bidin cewaba bavê xwe yê Têlî Reşkan Mistefayê kalemêr e… Gere em erqa Şewêşiyan biqelînin, Bûkên serbixêlî bi ser malên bavan de vegerînin. Her kes ji xwe re bi destê qîzên xwe bigre, Ji kêfê re bide mêran e hey wayêê…” Dêran dêran dêran dêran, Ji bo her sê egîdên mala bavê xwe, Rebenê bibim dêran wayê… Erê Gulê Fatimê rebenê bila li me nehata sirra sibê, Mîna bayê Kejik ji xwe re bayekî din e, Bayekî din e hey wayêêê… Bila li bejna Eshed û Fethilla, Riza; Her sê egîdên mala bavê min Rebena Xwedê nexîne reben ez im… Mi’ dî sê siwar, siwar bûne li Milazgira tewra jêrîn e, Tu bala xwe bidê siwarê pêşîn Eshedê Xêlit e, Siwarê selefê siwaran Fethilla ye, Siwarê li dawiyê dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye. Şêl û pêla Têlî Reşkan Riza ye… Gêjo kefiyê distîne bi hewadê xwe direşîne Tu bala xwe bide kosteka saetan Zêr û zîvîn bi ser qaşa zînê xwe de dihejîne hey wayêêê… Fenanî sê gurên Xwedayî ne, Tu bala xwe bidê Hemzoyê Hesen, Bi sê dengan li koma Şewêşiyan kir qêrîn e; “Em ê go Riza û Fethilla bikujin, Eshedê Xêlit dîl bigirin, Bila ji dayê re şewata sêlê bîne hey wayêêê… Bûka malê serê xwe bilind kir ji xewa şêrîn e, Go “Metê, mehrûmê eyb e, Meriv di mala xwe de xeyba mêrê camêr nake. Egîdên mala bavê min bi dil û cegerê xwe guven in, Peyayê ji dayê re şewata sêlê bîne Ji wan peyayan nîn e hey wayêêê… Metê, mehrûmê peyayê mala bavê min gulîbirrê, Mêrê tu li meydanê berdî şêr e Xwe bidî diyaran lê bikî guhdar û sêr e. Tu bala xwe bidê herçî hespê ji meydanê têne nava malan, Ez ji te re sond bixwim Zînî vala zeng û xwîn e hey wayêêê… Peyayê mala bavê min gulîbirrê, Xencî ji xulaman kuştine peyayên bi nav û nîşan, Hesen û Huseyn, Elî û Miheme, Hemzo zavayê teze Dîl girtine, Daxistin Milazgira tewra di jêrîn e eben ez im… Dengbêjên sibê bikin kilam û meqam, Li civatên mîran û hakiman rûnên, Ji êvara Xwedê de ji xwe re li hevdû vegerînin hey wayêêê… Dêran dêran dêran dêran, Dêrana Eshedîn Fethilla û Riza, Her sê siwarên mala bavê xwe bi tenê me hoyy!” Erê dêran, were dêran dêran dêran, hey wayêê... Gulê dêranê sibe ye, Dilê min gulîbirra Xwedê, Pira serê heft newalan hey wayêêê… Ez ê bi destê her sê egîdên mala bavê xwe bigrim, Bi ser re derbas bikim Fenanî sê karî karxezalan reben ez im… Tu bala xwe bidê Metê, mehrûmê Egîdên mala bavê min navê xwe qeyd kirin, Li dosyeyên hikûmetê derbas kirin nav duwalan… Hele bala xwe bidê vê sivingê, Herçî hespê ji meydanê têne nava malan, Ez ji te re sond bixwim Zînî vê sivingê zeng û xwîn e, Zînê vala hey wayêêê… Metê, mehrûmê! Xencî ji xulaman kuştine peyayên bi nav û nîşan, Hesen û Huseyn, Elî û Miheme, Hemzo zavayê teze, Îro ji êvar de hildane berxên van her çar malan hey wayê… Dêran dêran dêran dêran… Hedê digo “Gulê rebenê tu rabe, Em ê serê xwe kur ‘kin, Bi heft gûzanan, dozde kêran. Çawa cewabeke neb’xêr hatiye; Dibêjin li Kejikê wêran, Mala Emer, Mala Şewêşi Li hev anîne qira şêran û mêran
|
|