Qumrîkê ez romî me belê Delalê ez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reşbelek Aşiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reşbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Qumrîkê ser bi zêr e belê Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reşbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Hinê bînin li teştê kin Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e
|
|