Ji bîra min naçe ew çavên te lê lê Çavên bi evîn çavên xezal Lêvên te jiyan dida min lê lê Lêvên bi evîn lêvên zelal Min te maç dikir maç dikir ax lê Têr nedibûm ji bêhna te Têr nedibûm ji hembêza te Têr nedibûm ji nêrîna te Li bin vê darê min te maç dikir Li nav vê rûbarê me dil bi hevre şa dikir Li ser van çiyayan min porê te şeh dikir Îro bê dar bê rûbar bê çiya ez diçim
|