Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Mirin bese ji vê ezyatiyê Berêm ketiye vê bêriyê Dikim nakim ji bîram naçe Rewşa welat û berace Çiya û newal qerac e Ez ne melek im xwediyê tac e Kuro lawo welat xweş e Me jê bar kir rojek reş e Dijmin sota wek serxweş e Zilm û zorê bi me dimeşe Vê bûharê gul bişkivîn Li çol û çiya û dilê birîn Dil û navê min dikev girîn Kanî welat û ala rengîn Derdê welat pir giran e Jê re dive jîr û zane Mejî û ziman ew derman e Wê xelaskin Kurdistan e Birîndar kirim xerîbiyê Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê Mirin bese li vê ezyatiyê Berêm ketiye vê bêriyê
|