Dîlbera qeseng terhîn û ciwan Li serî zerzeng di dest de piyan Pêskêsî min kir, mayî ji lêvan Bi vexwarin da kirim netiwan Pênûs kisabû birhên kevanî Çavê sîn neqsîn rengên çîmanî Lêvên roj û dirûv his û giyanî Hilkir hilkisa ji las deranî Dîlbera nazdar tak ji rihana Buharên rengîn mihên gulana Giyanên kovî dan ser zindana Hilkir hilkisa xist nav însana
|
|