Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo Dewrêşê dilê min sîwar bû, li derê mala bavê min peya bû Dewrêşê dilê min rebenê sîwar bû, li derê mala bavê min wê porkurê peya bû Xwedê xera bike destê min ji agirê cixarê, fincana hatin û çûyina mêvana xalî nebû Min dît keçika cînara xeberê ne bixêrê ji min re dihanî vax Digo: lê lê porkurê ma tu nizanî Dewrêşe dilê te xeyîdî, ber bi mal bû Ewê gavê çavên min mîna taviya berf û baranê ji hesira xalî nebû, ez nemînim. Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax... Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo Dewrêşo lo, were mala bavê min mêvanî, Dewrêşo berxo, were mala bavê min porkurê bi mêvanî, Wezê ji Dewrêşê dilê xwe re dayînim kulavekî sor yê Xorasan ê Wezê ji Dewrêşê dilê xwe re serjê bikim miha sora ser beranî Gava kalê bavê min û pîra dayîka min gotin : lê lê porkurê kanî mîha sora ser beranî ax Ezê bibêjim korbûno şivanê me lawikê xelkê bû, şev bû tarî bû ba bû baran bû, ji çolê nehanî gura xwarî Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax... Delalê min way delal, delalê min way delal, delalê min way delal, way delal, way delal Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo dewrêşo Dewrêşo berxo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê, Dewrêşo lo ne bi hatinê qet ne bi çûyînê ax Dewrêşo berxo heft birayê min hene li ber kuştinê, kalê bavê min û pîra dayîka min ser teneşoyê li ber şûştinê wax Gava çavên min porkurê bi çavên derwêşê Evdî kinê kalî mêra diketî ji min wekirî temamî sax e li heyata vê dinê Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim, Wez nemînim lo lo delalo wax...
|
|