Eman eman min bêbavê Kuştin kurê min tevlî bavê Kolanên qiziltepê bûn gola xwînê Li bejna berxê min ne guleyek bû ne jî dudu Dayê min nizanî destê xwe bidim ser kîjan birînê Rojek payîzê, li ber berêvarê Gotin oxir rêwî ye, jiyan bi min bû tarî Dar û kevir min barî Oxir be oxirê min Silavan ji min bide bavê xwe Digerim vegerim biroj û bişevan Çolan xistim, çiyan xistim weke mîyan û berxan Kincên we naşom, bila bêhna we jê bê Nivînan ranaxim, dilêm gelo şil nakê De loy loy loy loyyyyy Desmala destê qîzano Çîçeka ciwanan Kelemê çavê dijminan Sêzde gule sêzde gule Oxir be oxirê min Silavan ji min bide bavê xwe Digerim vegerim biroj û bişevan Çolan xistim, çiyan xistim weke mîyan û berxan
|
|