Fermana kuştinê bi cih anîn. Mije hêşin ya çiyan Û bayê sibê ye hinik û sivik Nav xwine de hiştin hiştin Paşe li wê derê tifing daçikandin Li paşilên me hûr nêrin nihêrtin Lê geriyan Pişta min ya sor male kermenşahê Tizbi û qotiya min birin û çûn Hemû ji diyari bûn ji Ecemistanê Em kirivin merivên hevin û bi Xwin giridayê hevin Bi gund û zevhiyên hember ve Xinamiyê hevin, Ji sedsalan vir ve, Cîranê hevin mil bi mil ve Mirişkên me tevi hev dibin Ne ji nezanîyê Lê ji xizanîyê Em ji pasportê dilsar bune Ewe curmê sebeba qatla me Êdi navê me dê derkeve bi keleşiyê, Isatvan, Rêbir, Xayiniyê, Kirivo Kirivo halê min eyni weha binivise Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên guline Guleye domdomê Di devê min de wesle wesle De lêhin lawo,lêhin Ez bi hesani nayêm kuştin Di kuçikê min de, hin agirê venemiri Ü çend gotinên min hene Ji keser, fama re Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê Û sê birayên xwe ji Sê darên spehî Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi bûn Ji bircan. ji giran ji minaran Dema kiriv pismam kurên êşiran Li hember guleyên Fransizi şer dikirin Xalê min ya biçûk, Nezif Simbêlên wi nû derketibûn Delal sîvîk Siwarekî baş Gotiye lêxin birano Roja namûsê ye Û hespa xwe rakiriye ser piyan Roja namûsê ye Û hespa xwe rakiriye ser piyan Kirivo kirivo! halê min weha binivise Dibe ku weki riwayeti were fehm kirin Em ne memikên guline Guleyê domdomê Di derê min de wesle wesle Di derê min de wesle wesle
|
|