Ne bi almanî û ingilizi û ne bi fransî em perwerdehîya xwe dixwazin bi zimanê zikmakî Ne bi farisî, ne bi erebî û ne bi tirkî Zimane me, zimane kurdî bikin zimanekî fermî Bi feylî, goranî, dimilkî, soranî, kurmancî Her herem, her devok her zaravayekî Binivîsinin, bixwênin bifikirin, bipeyvin Çi pêwist dike bikim ji bo na azadîya zimanê min Zimanên me dibêjin em habin ya nebin Zimanên me dibêjin dibêjin em kurdin Êdi bes e hew dikarin çanda me înkar bikin Êdi bes e, dive em êdî lê xwedî derkevin em fedî dikin, qîymet nadin bikaranîna ziman Qompleksekî me heye erê bêguman Nayê qebul kirin em çanda xwe bi xwe bikujin Dev ji nûçeyên wan û dev ji dîzîyen wan berdin Divê em êdî li televiziyonên kurdan/ temaşe bikin Pirtûk, kovar û rojname her roj bixwînin Muzîka kurdî guhdar bikin govenda kurdî bileyizin Divê wek kurdîya çapemenî yê kurdîya xwe pêşbixin Û ne bi tenê bi bikaranîna peyvên rojane Bi her awahî ziman ê yekîtîya me Bila bizanibin em hene û zimane me heye Zimanê me nasname, dîrok û hebûna me ye Bi kurdî ji me re digotin em ji bi kurdî dibêjin Bi kurdî dipeyivin deng dikin û diaxifin Bi kurdî qise dikin şîrovê dikin û diştexilin Bi kurdî xeber didin û bi kurdî dua dikin Bi kurdî sohbet dikin çêr dikin u sixêf dikin Bi kurdî gazî dikin û daxuyanî didin Bi kurdî pistepist dikin û bi kurdî diqîrenein Bi kurdî, bi kurdî em bi kurdî, disitirînin
|
|