Ew perdeya reş û tarî Ko ji çavên reş û diyarî Min ji ruwê xwe kişand Li ber çavê xwe çirand Avêt paş sed çiyayî Nava hezar dergayî Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû şuşt û Mîkrobên canê xwe bi dermanekî kuşt Ew kufeyka tûfeylî,ko dil dil de diçirî Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir Li rojên derbasbûyî,li rastiyên kevnara Li hevalê neheval cara pêşî silavkir Ew zingara di mejî ko mejiyê min dimijî min bi kêrê Xeritand û bi agir şewitand û paqijkir paqijkir serê Xwe min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî Bêgemar di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar êdî bi Dîtina xwe bi bihîstana xwe bi vana xwe bi mejî û bi Rêveçûna xwe jî ez bûm însanek nû perestekê oleke nû Û di bajarê dil de min avakir keleheke nû
|
|