Bi sûnd bi peyman Ezê kuç nehêlim li ser kuç Kit jê nahêlim Ezê bajher bikim Dojeha li ser riwê erdê Da gawir vegerine Ser riya ata yê mezin Bere êdi Şirnex bêje Xwezi bi Dêrsim geliyê Zilan Xwezi bi Helepçe De lêxin gurên boz lêxin Kit ji wan nehêlin Bira zanibin Cihê şûrê me lê bilind bibe Ti seri xwe ranakin dibê Dixindirine newala Lêxin aslanlar lêxin Mizginiya mirinê bigihênine Qulpe û xwişmakên wê Bêjin vaye hat mirina zer Bere ev çiya û zinar Nasbikin ez kime Ezim Sayar im Neviyê Xanê mazin Yê Ata û yê lsmet Pesnê xwe nede Xezeba te ji tirsa nara teye Alem pesnê xwe bi mirovaniyê Dilovaniyê zanyariyê dide Tu bi şûr Hin gelek ditin bahozên zer Li vi erdi gelek niv-mirov Di çav xwede fêris Di nava xwede tirsonek û bêbext derbas bûne Gelek hatine bablisokên zer Te basa Xanê, Ata û lsmet kir Ew hatin û çûn Lê ez livirim ez livirim Li Şirnexe li Nisebine û li Qulpe ez livirim Li ber diwarê birca Amed Ez livirim mina surhê me Li ser singa te Mina direhê me Di gewriya te de Di çavên te de Bablisoka ji agirim, livirim Le disa ez livirim Bawernakim an ez livirim Surhim li ser singa te Birçî tazi bider serê xwe natewênim Siruda welat dixwinim Kolonan dadigrim Bi rê ketiye ‘mesa azadiyê Zindan min kiriye mala rûmetê Dibistana şorêşê Ez livirim Bawernakim an ez livirim Bûme diwarê qalind li ser singa te Livirim Nobedarê dara gwizê me Tiwa li hewsê Nobedarê tenura dayika sêrinim Ez livirim Hevirtirşim di legena hevirê welat de Ez dipêjim nanê kurdayetiyê Ez saben min ji cemeda kurra Agirî Di dilê mide dojeha sor Dema ez tidibim latê diguvêşim Ax nanê mine eger birçibim Lê disa livirim Bawernakim her livirim Surha giranim li ser singa te Ez bazim Û helina min Bagok û Herekol a Ez Pêşmerge me Egîd im Diwarê qalin dim li ser bedena te Bipirse ji Iskenderê mezin Ewê bêje te Çend dijware tîra min Ewê bêje te çiroka min Ev çiya carekê rabune go hew bitewin Ez livirim Livirim û bang dikim Biraye xwe li pişta xetê Li Başur li Barêş Were ji min ka destê xwe? Pişta te me Sûrha Çin Bawer meke gotinê Marê Zer Rih dibê post, lê dijmin nabê dost Paşaye Kor mirê rewandiz Mina Bedirxanê Botan Na gotin ,Bakur û Başur Dane ber xwe Ji Dersim heta bi Mûsil Gotin em in lawê Mezopotamya em in lawê Kurdistan Em in lawê Kurdistan Bibihisin her kes soza min Li vi xaki min nivisiye paşeroja xwe Li vi xaki dinivisim dîroka roja xwe Li vi xaki ji ez e binivisim dahacuya xwe
|
|