Şahiya zapê bi deng e roja nû ye pîroz e Nîşana(dîlana) yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Qontarê çiyayê metînan bamernê (amediyê) bûye mertal Li seranserê Kurdîstan raberiyan deng û ar Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlîn Rengê dewrana Îskender romî jî lê terfêlî Çiyayê reş bûye bager brûsk û reş e ew rê ta Pêlên ava zê rabû li zordaran bû çirav Neviyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn Ji ber gurzên gerilayan tar û mar û wêran bûn Tew, tew, tew, tew, tew, tew Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn Bêhna gulan newroz coş kir cejn û şadî lê xweş bûn Ji tîrêjên Apo yê Kurd li dinyayê bûne deng Ji Kawa heyanî Mazlum Kurdê azad e pêşeng Şahiya zapê bi deng e roja nû ye pîroz e Nîşana (dîlana) yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Destaneya geliyê zapê jingarî û ferat e Wek efsaneya kawayê rûmeta rojhilat e
|
|