Sebahul xeyr xana min şehî şîrîn zebana min Tuyî ruh û rewana min bibit qurban te canê min Te alellah çizatî tu çi wî şîrîn sifatî tu Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu Heyat û reheta can im sebahul xeyr ya xanim Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê Sebahul xeyrî mesta min letîfa cam bi desta min Xumar û meyperesta min tuyî meqsûd û qesta min Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min Di benda zulfê çewkan im sabahul xeyrî ya xanim Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê Siyeh çeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê Şubhê şem û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez Daif im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez Ve bulbul ra bi evxan im sebahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê Ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê Enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê Ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê Ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê Ji wê sohtî dil û can im sabahul xeyr ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê Ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê Çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbê dayê Ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê Ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê Ji derba işqê nalan im sabahul xeyr ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê Zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê Bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê Kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran Ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran Jiwê derbê pir êşan im sabahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê Veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan Bixwîne li me ebdalan bibînin îd û sersalan Îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê Ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê Ji dil talanê xalan im sabahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê Ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê Nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê Ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez Ji amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez Ku xalib mest û şukran im sabahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê Were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe Bi şefqet ke liqayê xwe meya nemrit bi dayê xwe Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran Li dîdara te heyran im sebahul xeyrî ya xanim Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
|
|
|
Şarkı Ritmi :
seçilmedi
Henüz hiçbir yorum yapılmadı.
Yorum yapabilmek için giriş yapın
|
Şarkının Youtube Videosu
Şarkının Diğer Versiyonları
Şarkıcının Diğer Şarkıları
Rastgele 10 Şarkı
|