Çûme serê çiyayê Gabar kulîlk vebûn nexşa bihar (x2) Êdî bes e zilma neyar gelek xweş bû şahiya adar (x2) (Dîsgotin) Adarê xweş adarê Kulîlka ber biharê Me ne zordestî kevneperestî Me ne zilm û koledarî Adarê xweş adarê Kulîlka ber biharê Şervan e li ser zinar û lat dibezin ber bi roja felat (x2) Gelê min rabe roja nû hat ew şehîdên rewşa welat (x2) (Dîsgotin) Bi zindanan ber xwe danî çendî şehîd serî danî (x2) Çandin dîroka tolanî li ser çiya ronî danî (x2) (Dîsgotin)
|