Gula baxçê min hejar e Birîna dilê min xedar e Dikim gazî û(dikim) hewar e Ka welatê min Kurdistan Bihara min bû zivistan Ne gul maye ne gulistan Çar alîm bûye goristan Ka welatê min Kurdistan Ev çi xişm e hat serê min Qetil kirin bav û birê min Ka erdê min, ka warê min Ka welatê min Kurdistan Kûr dinalim ez bi şewat Ji derdê hesreta welat Dikim haho, dikim feryad Ka welatê min Kurdistan
|
|