Por berda wê li ser mila herdu çav tijî kila Lêv sora weke gula lêlê lêlê lêlê Derbas bû bi lêva kenî kes nedît wê mi bitenê Di dil da min got tu ya min î lêlê lêlê lêlê Derbas bû wek periya meşek kir wek horiya Min nas nekir ew kî ya lêlê lêlê lêlê Wê jî dît min lênerî rawesta hêdî perî Têrnebûm ji dîtina zerî lêlê lêlê lêlê Li xwe fitilî bi mir kenî go bide pey min ezbenî Min bighên heya biderî lêlê lêlê lêlê Me sozek bi hev re da ku çênebê tu bela Ew e bûk ez zava lêlê lêlê lêlê
|