Min got ez Ararat im, tenê û tenha Te got ez jî Sîpan im, berf û derya Berfa min ji benda mayîna te heliya Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê Hêsir bim sozdarê Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê? Li rûkala axayê vê dinyayê Lerizî payîza min li pelê darê Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê Lerizî sozdarê Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê? Ba tê baran tê pê re slav tê Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê Tu hebî sozdarê
|
|