Keça perî wa da derî Hiş çû j serî wexta seher Digeriya li her çiya Keçberiya bi bask û per Gula zinar derket ji xwar Min nû dît yar bi tac û dar Lêvên şîrîn bûm har û dîn Kirim bê vîn işqa dîlber Çav kil dida perde hilda Heyv li çarda şev ronî da Çavxezalê camzelalê Ava rengê hiş bir ji ser Por li ser mil kezî bi gul Tîr avet dil dil bûye kul Keça ciwan lê erxewan Ji gewheran taca li ser Ji gewheran taca li ser
|