Nayê de nayê hevalê gewrê nayê Hevalê gewrê nayê Xezala li ber çemayê Xezala li ber çemayê kêvroşka li nêv de mayê Kêvroşka li nêv de mayê Tajî bi tûla berdayê pa negirt û gîhayê Negirt û negîhayê heta bi dangî malayê Heta bi dangî malayê pê girt û ramûsayê Pê girt û ramûsayê sîng û berê te xweş in wek rûnê hîzayê Wek qeymaxê mîhayê, wek hingivê şilxayê De tînim malê dinyayê Terka çavê te nakim tu ji min re bibî belayê Hayê de hayê pa çi qas geriyam li dinyayê Çi qas geriyam li dinyayê Çûme hûmûs û hemayê Hamûs û hemayê çûme mûş û rûhayê Çûme mûş û rûhayê çûme sînê û serayê Çûme sîne û serayê, çûm kerkûk û îlamê Kerkûk û îlamê, dêrsîm li nêv zazayê DêrSimê li nêv zazayê, qada xan û mîrayê Xan û mîrayê, kurtêla çiyayê şingalê De çiyayê şingalê, çi qas geriyam şarên dinyayê Şarên dinyayê, êşa giran li ber dilayê û kesek bi rêza te nayê
|
|