Ey gula deviya, Wey gula deviya Gulek wenda ye, Nav darên bilind. Çûkek ber danî Pirsa xwe jê kir; Çima tu li jêrî, tu mayî li bin Ev darên mezin rê li te girtine Ava te vedixwin, roj ji te dibin Ger tu bimînî ey gula şêrîn Wê rojek bête reng ji te bibin Ey gula deviya, Wey gula deviya Gulek wenda ye, Nav darên bilind. Nav vê deviyê pir mabûn bê hêz Lê her bilind dibun cihê xwe girtin Tu jî wekê wan bejna xwe hilde Ta ku stêrk û roj, ber xwe bikevin De îro rabe ey gula sêrîn Bi hêz û bi zor Her biçe berjor Ey gula deviya, Wey gula deviya Gulek wenda ye, Nav darên bilind.
|
|